Baqiryê Kenî: Êrîşa siyonîstan ser Mizgevta Eqsayê bona gurrkirian nakokiyan e
Destdirêjîya hin wezîrên Rejîma sexte ya Îsraîlê û bajaroknişînên siyonîst ser Mizgevta Eqsayê wek kiryareke bi tehrîk bi mebesta zêdekirina nakokî û bêewlehiyê li navçê da zanîn.
Elî Baqirî Sergêrê Wezareta karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê sêşemê şeva sêşemê li peyamek Twitter`ê tevî mehkûmkirina derbasbûna hin wezîrên Rejîma sexte ya Îsraîlî û bajaroknişînên siyonîst nav mizgevta Eqsayê teqezî ser pêîwstiya berteka cîhanî bi taybet hikûmetên îslamî di vê barê kir. Wî her wah got: Civaka cîhanî û saziyên navdewletî jibo rawestandina kiryarên hovane û binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê Rejîam Siyonîst ve, erkekek demlidest û giring hene.
Îtamar Bin Guwêr Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya kabîneya rejîma sexte ya Îsraîlê, duh bi komek ji bajaroknişînên siyonîst re êrişî ser mizgevta Eqsayê kirin û bêrêzî li vê mekanê pîroz ên misilman û filistîniyan kirin ku rastî berteka girseya komên filistînî û hinek welatên misilman hat.