Îran: Bijartina El-Senwar nîşana hêvî, yekrêzî û hejmoniya Hamasê ye
Sergêrê Wezareta karên derve ya Îranê bijartina Yahya El-Senwa" wek serokê Polîtboroya Tevgera Hamasê nîşana yekrêzî û îqtidara vê tevgerê li himber Rejîma Siyonîst da zanîn.
Elî Baqirî Kenî, Sergêrê Wezareta karên derve ya Îranê di peyamekê de bo Yehya El-Senwar bi boneya bijartina wî wek serokê nû yê polîtboroya tevgera Hemasê, pîrozbahî li wî kir û ev bijartin di rewşa hestyar a niha nîşaneya hevgirtin, desthilatdarî û serkeftina tevgera Hemasê, gelê Filistîn û bereya berxwedanê işkest û û têkçûna siyaseta teror, dagîrkerî û destdirêjiya Rejîma Siyonîst û piştgirên wê yên navneteweyî nixand.
Sergêrê Wezareta karên derve yê Îranê hêvî kir ku bi rêberiya nû ya tevgera Hemasê, hevgirtin û yekitiya têkoşerên berxwedanê û mayîndebûn û xweragiriya ustûreyî ya gelê Filistînê, riya cîhadî ya rêberên şehîd ên vê tevgerê û serkeftinên siyasî û meydanî heta bidestxistina serketina dawîn bo azadkirina gişt axa dîrokî ya Filistînê ji nehrê heta behrê û avakirina dewleta serbixwe ya Filistînê bi paytexta Qudsê zêdetir û berdewam bibe.
Piştî şehadeta Îsmaîl Heniye, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Yehya Îbrahîm El-Senwar wek serokê polîtboroya tevgerê destnîşan kir. Destnîşankirina Senwar wek serokê nû yê Hamasê dilnigeraniya siyonîstan zêdetir kiriye