Baqirî: Welatên Îslamî divê ji mafê Îranê bo dayîna bersiva êrişên Rejîma Siyonîst piştgiriyê bikin
Sergêrê Wezareta karên derve ya Îranê li hevdîtina bi sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Ceddeyê got: Em çavlirê ne ku welatên îslamî piştgiriyê bidin mafê zatî û rewa yê Îranê bo dayîna bersiveke yasayî û guncaw bo destdirêjiya Israîlê.
Elî Baqirî Kenî di rawêjkariyên xwe yên dîplomatîk ên li Ceddeya Erebistana Siûdî û li kêleka civîna awarte ya Komîteya Cîbicîkar a Wezîrên Karên Derva yên Rêxistina Hevkariya Îslamî li gel Hisêyn Îbrahîm Taha Sekreterê Giştî yê vê rêxistinê, hevdîtin pêk anî û cinayeta terorkirina şehîd Heniye ne tenê binpêkirina ewlehî û serweriya neteweyî ya Îranê belkî binpêkirina qanûnên navneteweyî da zanîn û got:
Siyonîstan nîşan dan ku hewl didin xeleka bêewlehî û bêîstiqrariyê ji Xezeyê ber bi hemû navçeyê berfireh bikin.
Wî bi destxweşiya ji helwesta eşkere ya Rêxistina Hevkariya Îslamî di mehkûmkirina vê cinayetê de got: Yekdengiya welatên îslamî di mehkûmkirina vê kiryara terorîstî de, di halekê de ye Amerîka û hin welatên ewropî ne tenê ev kiryara şermezar nekirin belku piştgiriya xwe ya ji Îsraîlê berdewam kirin.
Di vê hevdîtinê de, Husêtn Îbrahîm Taha, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî, hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna Îsmaîl Heniye ragihand û helwesta zelal a vê rêxistinê di şermezarkirina cinayteên Îsraîlê de eşkere kir û got: Ev cinayeta hovane bandorê li îradeya me ya ji bo berevaniya ji Filistînê nake.
Îbrahîm Taha bal kişand ser rola girîng a Îranê weke endameke damezrîner a vê rêxistinê, amadetiya tam a vê rêxistinê ji bo hevkariya bi Îranê re ragihand.