Ji ber şehîdbûna Îsmaîl Heniye li seranserê Îranê 3 roj şîna giştî hat ragihandin
Tîrmeh 31, 2024 16:29 Asia/Tehran
Komara Îslamî ya Îranê piştî şehîdbûna serokê Polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) sê roj şîna giştî ragihand.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ragehandin ku ji bilî viya ku şehîdbûna Serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Îsmaîl Heniye, umeta Îslamê, evîndarên mekteba berxwedanê û hemû azadîxwazên cîhanê xemgîn kir. vê cinayetê rûpelek din li lîsteya cinayetên siyonîstên dagirker zêde kir.
Di vê daxûyaniyê de her wiha hatiye gotin ku komara îslamî ya Îranê vê kiryara hovane şrmezar dike ku binpêkirina hemû pirensîp û yasayên mirovî û navneteweyî û êrişa ser mêvanekî fermî û dîplomatîk yê Komara Îslamî ya Îranê ku ji bo beşdariya di merasima sondxwarinê de hatibû Îranê.