Tîrmeh 15, 2024 07:39 Asia/Tehran
  • Êrişa Rejîma Siyonîst ser dibistanekê, aliyê tarî yê îdiakar yê welatên rojavayî nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li berteka himberî êrişa Rejîma Siyonîst ser dibistana ser bi UNRWAyê li Zîvala Xezeyê got: Vê kiryarê careke din beşa tarî û veşartî ya welatên rojavaya yên îdiakar ji cîhanê re nîşan da.

Nasir Kananî li tora civakî ya X-ê nivîsî: Êrişa Rejîma zarokkuj a Siyonîst ser dibistana UNRWA  li zîvala Xezeyê careke din aliyê tarî û veşartî yê welatên rojavayî yên îdiakar ji cîhanê re nîşan da.

Wî got: Ji rêjîmeke narewa ku hebûna xwe  ya  bi rûreşî bi dagîrkirin, komkujî, kuştin, kuştina jin û zarokan û wêrankirina malên filistîniyan dest pê kiriye, çavrêtiya reftarên mirovdostane yên li ser bingehê rêgezên navdewletî, nayê kirin, ji ber ku bingeha wê li ser esasa cinayetê ye.

Kenanî tekez kir:  Lê Rastiya nalebar, bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Rojava û Ewropayê yên dewekarê exlaq, hiqûq û mafên mirovan e, ku hîn jî bi xapandina raya giştî û lîstina bi peyvan re li hemberî ewqas sûç û cinayet û hovîtiyê bêdeng mane.

Wî her wiah got:

Amerîka û hin hikûmetên ewropî yên piştevanê Rejîma Siyonîst li gel rejîma navborî li şerê dijî Xezeyê doranidyê  herî mezin in. Ew ne tenê şer,belku  exlaq û rûmeta mirovahiyê jî ji dest dane.

 

Serepeyv