Tîrmeh 03, 2024 09:17 Asia/Tehran
  • Boykot, zilm û cinayet, bingeha mafên mirovan a Amerîkayê li himberî gelê Îranê

Sergêrê Wezareta karên Derve ya Îranê, binpêkirina mafên gelê Îranê ji wan boykotên zalimane bingeha mafên mirovan a Amerîkayê bi nav kir.

Elî Baqirî Kenî, Sergêrê  wezareta karên Derve ya Îranê bi weşandina  peyamekê li Twitterê amaje bi derbasbûna zêdetir ji 36 salan ser kiryara  necamêrane û terorîstî ya Amerîkayê di êrişa ser balafira rêwiyan a Îranê  li Kendava Farsê kir û nivîsî: Binpêkirina mafên gelê Îranê ji aliyê Amerîkayê ve bi awayên curbicur, ji wan bi sepandina boykotên zalimane berdewam dike.

Sergêrê  wezareta karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê li hemberî  cinayetên hanê bi hêz rawestaye û tevî  hemû van zextan serbilind bûye û got: Destwerdanên neqanûnî yên Amerîkayê li deverên curbicur ên cîhanê , ev welata  kiriye wek yek ji binpêkerên herî girîng ên mafên mirovan li cîhanê.

36 salan berî niha, 2 Tîrmeha 1988 an di encama  êrişa  Paporê Vînsênsê bi mûşekê ser   balafireke rêwiyan a Îranê, her 290 rêwiyan ku  di nav wan de  66 zarok û 53 jin  hebûn, şehîd bûn.

 

منبع خبر

Serepeyv