Hezîran 14, 2024 07:39 Asia/Tehran
  • Baqirî: Îran û Iraq du istûnên sereke yên navçê ne

Sergêrê Wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê û wezîrê karên derve yê Iraqê piştî hevdîtina li Bexdayê li civîneke çapemeniyê ya hevpar de destnîşan kirin ku Îran û Iraq du istûnên sereke yên navçê ne û berpirsê pêşdebirina ewlehiya navçeyê ne.

Sergêrê Wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Tişta ku li Xezeyê diqewime cinayeta cengê ye û bal kişand ser wê yekê ku divê em  li wir li dijî jînosaydê rawestin.

Baqirî got: Îran û Iraq tekez dikin ku divê di zûtirîn dem de û bê şert û merc cinayetên cengê yên siyonîstan û jînosayda siyonîstan li Xezeyê bi dawî bibe û li gor hewcedariyên xelkê Xezeyê alîkarî bê kirin. Bi vî awayî hevkarî û yekdengiya welatên îslamî yên navçê zêdetir dikare destekê bide wê meselê.Fuad Husêyn, Wezîrê karên derve yê Iraqê jî di vê civîna çapemeniyê de got: Derbarê rewşa niha ya navçê de rawêjkarî hatine kirin.  Pêîwst e ev rawêjkarî bên berdewamkirin ku jibo nakokiyên li navçeyê çareserî ên dîtin. 

Wezîrê Derve yê Iraqê derbarê rewşa Xezeyê got: Pêwîstiya me bi agirbeseke demkî nîne û pêwîstiya me bi agirbeseke dayimî li Xezeyê heye. Em piştgiriyê didin agirbesek mayînde  li Xezeyê. Rewşa ewlehiyê li navçê pir gurr bûye û em  derbarê berfirehbûna şêr hişyariyê didin.

Serepeyv