May 30, 2024 17:07 Asia/Tehran
  • Nameya Rêberê Înqilabê bo xwendekarên biwîjdan ên piştgirê Filistînê li Amerîkayê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî ragihandina hevdilî û hevgirtîbûna bi nerazîbûnên dijî siyonîstan ên xwendekarên zanîngehên Amerîkayê, ew wek pişkek ji Bereya Berxwedanê da zanîn.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di nameyekê da xitabî xwendekarên biwîjdan ên piştgirê xelkê Filistînê, amajeyî guherîna rewş û çarenivîsa navçeya hestyar a rojavayê Asiyayê kir û li ser guherîna dîroka cîhanê pêgîrî kir.

Di naveroka nameya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo xwendekarên zanîngehên Amerîkayê da, hatiye gotin, we nika pişkek ji Bereya Berxwedanê pêk aniye û di bin zextên hovane yên hikûmeta xwe da ku bi awayekî eşkere berevaniya siyonîstên dagirkir û dilreq dike, we dest bi têkoşîneke birûmet kiriye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî destnîşan kir ku xwendekarên amerîkî niha li ser aliyê rast ê dîrokê ku di halê guherînê da ye rawestiyane û got: Eniya mezin a berxwedanê li cihekî dûr bi salan e bi têgihîştin û hestên we yên niha re têkoşîn dike.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî armanca vê têkoşînê rawestana li ber zilma eşkere ya ku şebekeya têrorîst û hov a bi navê Siyonîst berî çend salan li ser gelê Filistînê kir û piştî dagirkirina welatê wan, ew xiste bin zextên herî dijwar û işkence û jînûsayda îro ya rejîma apartayd a Siyonîst jî berdewamiya reftarên pir zalimane yên deh salên buhurî ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Filistîn welatekî serbixwe ye ku ji neteweyek ji misilman, mesîhî û cihûyan pêk tê û xwedî dîrokeke dirêj e û piştî şerê cîhanî jî, sermayedarên şebekeya siyonîst bi alîkariya hikûmeta Îngilîsê, hêdî hêdî çend hezar terorîst derbasî vî warî kirin. Wan êrişî bajar û gundan kirin; Bi dehan hezar mirov kuştin an jî sirgunî welatên cînar kirin; Mal, bazar û zewiyên wan ji destê wan derxistin û li ser axa Filistînê, dewletek ser navê Îsraîlê ava kirin.

Wî mezintirîn piştevanê rejîma dagîrkir a Îsraîlê, piştî yekem alîkarîyên Îngilîsê, hikûmeta Amerîkayê da zanîn ku piştevaniyên siyasî û aborî û bi çek û sîlahan ji vê rejîmê domandin û heta bi xemsariyek ku nayê efûkirin rê ji bo berhemanîna çekên navokî bo van vekirin û di vî warî da alîkariya wê kirine.

Hezretê Ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Hikûmeta Amerîkayê û şirîkên wê li hemberî vê terorîsma hikûmî û zilma berdewam heta xulkê xwe jî nekirin; Îro jî hin axiftinên hikûmeta Amerîkayê yên derbarê cinayeta bidehşet li Xezzeyê, zêdetir ji viya ku rast bin, durû ne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Bereya Berxwedanê ji nava vê rewşa tarî û bêhêvîkir derket û pêkhatina hikûmeta Komara Îslamî li Îranê, ew berfirehtir û karatir kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xitabî xwendekarên amerîkî pêgîrî kir: Qeder û çarenivîsek din li benda navçeya hestiyar a Rojavayê Asyayê ye û gelek wîjdan li ser asta cîhanî şiyar bûne û rastî eşkere dibin. Bereya Berxwedanê jî bihêz bûye û wê bihêztir bibe. Dîrok jî di halê guherînê da ye.

Serepeyv