Wezîrê Berevaniyê: Şehîd Reîsî bi biryarên xwe yên stratejîk bû sedem ku welat ji rewşên qeyranî derbas bibe
Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Şehîd Ayetullah Reîsî bi biryarên stratejîk, mentiqî, deqîq û cidî, bû baîs welat ji rewşên qeyranî û hesas derbas bibe.
Emîr serleşker Mihemedriza Aştiyanî, Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar di hevpeyvînekê de bal kişand ser mirina şehadetasa ya ayetulah Reîsî û hevxemiya xwe ji gelê hêja yê Îranê re ragihand: Ji bilî şehadetê tu mirinek din ji bo wî nedihat berçavgrtin û hemû kesên ku li gel wîdi peywendiyê de bûn derbarê du taybetmendiyên bingehîn ên xizmetguzariya bo gel bi dilpakî û îxlas jibo gel û bêwestan li xwe mukir hatin û û di hemû seferên ku me bi wî re hebû ev taybetmendî bi tevahî diyar bûn.Wezîrê berevaniya Îranê diyar kir ku Ayetullah Reîsî di warê analîzkirina rewş û mercên hestiyar ên welêt de kesayetiyekî payebilind û kesayetiyek binavûdeng bû û destnîşan kir ku wî di rewşên dijwar de, bi taybetî di Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyîde bi biryarên xwe yên stratejîk, mentiqî, deqîq û cidî bûbaîs ku welêt ji rewşên hestyar û bi qeyran derbas bibe.