May 22, 2024 14:51 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar li ser hebûna serneketî ya xwefirra Tirkiyê li Îranê

Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê hegerên beşdariya xwefirra Tirkiyê di operasyona lêgerîna helîkoptera Serokkomar û sernektina wê di vê operasyonê da şirove kir û ragihand: Xala deqîq a bûyera ketina helîkopterê ji aliyê hêzên alîkarîgihên ên bejahî û xwefirrên îranî yên hêzên çekdar va hat diyarkirin.

Navenda Peywendiyan a Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ragihand, bi dû bûyera qewimî ji bo helîkoptera serokkomar û desteya pê ra û şert û mercên keşûhewayê yên gellekî xirab û rewşa dijwar a cografyayî û çiyayîbûna navçeyê, her wiha beşdariya xwefirrên pêşketî yên îranî yên cîhazkirî bi Radara SAR'ê (Synthetic Aperture Radar) ji bo pêkanîna memûriyetê li bakurê Oqyanûsa Hindê û mesafeya dirêj a wan heta cihê ketina helîkopterê, bi giştî hêzên alîkarîgihên bi rêyên bejahî va operasyona lêgerînê dest pê kirin.

Di van şert û mercan da, Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê  piştî ragihandina amadetiya hevkariyê ji aliyê welatên dost va, pêşniyara welatê herî nêzik yanî Tirkiyê qebûl kir; lê tevî ku Tirkiyê xwefirra cîhazkirî bi kamerayên germapîv û dîtina di şevê da şande navçeyê, vê xwefirrê ji ber nebûna alavên "Têderxistin û kontrolkirina xalên bin ewran" nekarî cihê deqîq ê ketina helîkopterê diyar bike û di dawiyê da li Tirkiyê vegeriya.

Di dawiyê da, di yekem saetên sibeha roja Duşemiyê da xala deqîq a bûyera ketina helîkopterê ji aliyê hêzên alîkarîgihên ên bejahî û xwefirrên îranî yên hêzên çekdar ku ji memûriyeta li bakurê Oqyanûsa Hindê va hatibûn vexwendin, hat keşifkirin.

Xwefirrên cîhazkirî bi Radara SAR'ê dikarin xalên di bin ewrên çirrûpirr teşxîs û kontrol bikin.

Her wiha Navenda Peywendiyan a Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê  bi şandina hin peyaman sipasiya gişt welatan ji wan Çîn, Rûsya û nemaze welatê dost anku Tirkiyê ji ber hewldan, hevkarî û hevxemiya wan kir.

Serepeyv