May 22, 2024 08:21 Asia/Tehran
  • Îslamî: Teknolojiya navokî ya Îranê di serdema xebata Şehîd Reîsî de geştir bû

Mihemed Îslamî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê got: Teknolojiya navokî di serdema xebata şehîd Îbrahîm Reîsî de gihîştiye qonaxa cîbicîkirin, xizmetguzarî û avakirinê.

Îslamî destnîşan kir: Şehîd Reîsî  derbarê dosiya navokî de hertim daxwaz ji me dikir ku bi pêşkêşkirina nêrîn û pêşniyarên xwe, dgavên bi bandor  di vî warî de bavêjin, ji ber ku wî ev dosya weke dosiyeke stratejîk û bibandor di pêşxistina zanist û teknolojiyê di welat de dizanî.  ku wek mînaka hêza Îranê, di navçe û cîhanê de cihekî taybet dide welatê me.Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Komara Islamî ya Îranê di warê navokî de bi hêsanî û  bê hewildan pêş neketiye, ji ber ku li pişt vê pêşketinê, gelek welatan bûne dijminê Îranê, ji ber ku Îranê  bêminetî  pêngavên li gorî hikmên Xwedê û Quranê hilbijart û ev dijminatiya xwe di gelek waran de ji wan boykot û mijara navokîd xwe nîşan daye.

Serepeyv