Bi navê Xwedê, Înna Lîllah û Înna Îleyhê Raciûn
Jiyana bi îman û bawermendane û xatirxwestina bi têkoşerî ji cîhanê, rê û rêbaza riya mirovên Xwedê ye. Merivên Xwedê ji bo peymana bi Rebbê alemê re can û xwîna xwe didin ku navê wan di dîrokê de geş bimîne, evîndarên pak ên ku ji dilê gel hatine û li ser dilê gel rûniştine û xizmeta gel kirina wek doza xwe ya sereke.
Şehîdên ezîz ên bûyera diltezîn a jordeketina helîkopterê û li ser serê wan de, Ayetullah Dr.Îbrahîm Reîsî, serokê îslamî yê Îranê, ji wan mêran bû û tîrêjên bereketa wan ne tenê li sînorên Îranê, belkî li hemû qadeke berfireh a cîhana Îslamê, cîhana mezlûm û bêdenganên Filistînê û ji bo berevaniya ji Xezeya di nava xwînê de geş û ronî ye.Ji ber vê yekê bû li kêleka jin û mêr û kal û pîrên îranî, xelkê welatên dûr û nêzîk, jî di wan saetên tijî hêvî û tirs û hêviyê yên piştî bûyerê de, destên xwe bilind kiribûn û ji bo Mucahid û nûnerên sadiq ên li dijî îstikbarê û berxwedêr ên Îranê dua dikirin ku Xwedê Teaala wan biparêze.
Em di vê baweriyê de ne ku Xwedayê rehman û rehîm ev asoya zêrîn ku van xizmetkarên cîhadî yên bêyî sînor bi stratejiyên pêşverû û geş ên Komara Îslamî ya di warê siyaseta derve û berfirehkirina dîskorsa cîhanî ya Înqilaba Îslamî de vekir ber çavê ehrûm û istûxwarên cîhanê, dê bi hilatina rizgarkerê cîhana mirovahiyê( Xwedê lezê li hatina wî de bike) bixemilîne û dê hemû kêliyên jiyan û temenê van delalan bike srmiyana bexteweriya wan bo hetahetayê.
Şehadeta bi fexr û serbilindî ya Hezretê Ayetullah Dr Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî y Îranê û Huseyîn Emîrabdollahiyan, wezîrê karên derve, Nûnerê Rêberê giranqedr li parêzgeha Azerbeycana Rojhilat û pêşnimêjê Tewrêzê, Ayetullah Seyîd Mihemed Elî Alê Haşim, Malik Rehmetî, parêzgarê Azerbaycana Rojhilat û hevrêyên wî yên hêja, li gelê birûmet û berxwedêr ê Îranê li hemû derê cîhanê pîroz dikin û sersaxiyê ji wan re dixwezin û em ji rebbê alemê dixwezin ku pileya van şehîdên ezîz li ser sifrika biheşta xwe berz û bilind bike.
Beşa dervey sînorî ya radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê