May 20, 2024 08:11 Asia/Tehran
  • Înna Lîllah û Înna Îleyhê Raciûn

Ayetullah Dr.Seyd Îbrahîm Reîsî, Xadim El-Riza û xizmetkarê komars Îslamî ya Îranê,Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dema xizmetkirina bo xelkê de şehîd bû.

Helîkoptera hilgirê birêz Reîsî serokkomarê cîhadî, gelanî û xweştivî  ku duh ji bo serdana bendava Xodaferînê û destpêkirina  çend projeyên netewî û parêzgehî çûbû Azerbaycana Rojhilat, dema ji vê bendavê ber bi palîngeha Tewrêzê ve vedigeriya,ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê rastî bûyereke giran hat.

Tevî şandina bi dehan tîmên hawargîhaniyê  yên bilez ji bo alîkariya serokkomar û hevriyên wî, ji ber  nebaşbûna rewşa hewayê û  mij  û dûmana li navça çiyayî û daristanî hewldanên  jibo peydakirina  helîkopterê  çend sietan dom kir. Dawiya dawî  vê sibê  komên alîkariyê yên gelanî û Heyva Sor bi rêya balafirên bêpîlot ên Îranê helîkoptera  ku  jorde ketibû, peyda kirin.

Di vê  bûyera jordeketina helîkopterê  de, Birêz Reyîsî  Serokomar û hevriyê  wî ji wan wezîrê karên derve  Husêyn Emîr Ebdullahiyan, Ayetullah Alê Haşim,pêşnimêjê Tewrêzê, Birêz Rehmetî parêzgarê Azerbaycana Rojhilat û  her wiha  sertîmê parastina serokomar û pîlot û kadroya geştê yê  helîkopterê û şehîd bûn.

 

 

 

 

 

Serepeyv