May 11, 2024 10:17 Asia/Tehran
  • Şîreta Kenanî li parlementerên Kanadayî

Berdevkê Wezareta Karên Derve pêşnumaya parlemana Kanadayê ya derbarê terorîstî binavkirina Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bi tundî şermezar kir.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve, pêşnumaya parlemana Gel a Kanadayê derheq terorîstî binavkirina  hêza fermî ya Îranê, kiryareke ne aqilane û dijminane ye û berovajî pîvan û prensîbên  hiqûqa navneteweyî û  serwerî û destwernedana di karûbarên navxweyî yên hikûmetan de û mînaka êrişa ser serwerî û ewlehiya netewî ya Îranê  bi nav kir û ew bi tundî şermezar kir.Kenanî her wiha got: Ev tevgera neberpirsiyarane   rêyeke  şaş e ku parlemanterên Kanadayê di deh salên borî de di bin bandora Rejîma Siyonîst de û   di bin bandora komên redkirî  û b qedr û qîmet  girtine ber xwe.

 Kenanî şîret li parlamenterên Kanadayî kir ku li ser  bila li ser cih û şûna  sipaha pasdaran li Îranê  lêkolînê bikin ku bi rastî û agahiyên  pêwîst nasiya bibin. 

 Berdevkê Wezareta karên dreve ya Îranê tekez kir: Kiryara  bi nezanî û bê tedbîriya  parlemana  Kanadayê tu bandorek ser hêz û deshilatdariya vê hêza  bi rûmet û serbilind a ku dilê gelê Îranê derketiye, nake.

Serepeyv