May 06, 2024 00:00 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistana Iraqê gihîşte Tehranê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di serê desteyeke payebilind a rayedarên vê herêmê da gihîşte Tehranê.

Li gorî rapora ISNA'yê, Nazim Debax Nûnerê Herêna Kurdistana Iraqê li Tehranê derbareyê serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ya Tehranê got, Barzanî di serdana xwe ya fermî ya Tehranê da dê digel rayedarên payebilind ên Îranê ji wan Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar, Muhemed-Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî û Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê hevdîtin pêk bîne û li ser mijarên dualî behs û gotûbêj bike.

Debax got: Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca xurtkirina pêwendiyên dualî, vekolandina meseleyên herî girîng ên navçeyê, berfirehkirina pêwendiyên Tehran û Hewlêrê û hwd serdana Tehranê kiriye.

Serepeyv