Nîsan 27, 2024 11:07 Asia/Tehran
  • Iran Expo nîşana zirûf û şiyanên aborî yên Îranê

Şeşemîn pêşangeha şiyanên hinartinê yên Komara Îslamî ya Îranê (IRAN EXPO 2024) bona nîşandana zirûfên aborî yên Îranê tê lidarxistin.

Ev pêşangeha bi beşdariya Seyîd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, wekî mezintirîn bûyera hinartinê ya  Îranê, bi texmînkirina seredana zêdetirî  2hezar bazirganên biyanî ji 119 welatên cîhanê ji îro heta yekê meha Gulanê li navenda nîşanehên navneteweyî ya Têhranê tê lidarxistin.

Pêşangeha Iran Expo di rewşekê de tê lidarxistin ku kompanyayên îranî tevî hebûan boykotên Amerîka û hevpeymanên rojavayî yên Koşka Spî karîn şiyanên xwe yên teknîkî ji bo berhemanînên  curbicur bi awayekî berçav zêde bikin û tevî hemû sînordarkirinan, rola xwe di pêşketina aborî û şiyanên zanistî yên welat debi başî bilîzin.Piispor û zanyarên ciwan ên Îranê di berhemanîna berhemên bi kalîte de serkevtî bûne û di warên curbicur de hewcehiyên welat dabîn kirine. Nîşangeha  Îran Expo jî cihekî taybet ji bo nasandina berhemên Îranê heye.

 

Serepeyv