Nîsan 24, 2024 16:43 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Gelê Îranê li himberî zordarî û zêdegaviyan teslîm nabe

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: Gelê mezin û bi esil û kok ê Îranê li hemberî zordarî û zêdegavîyan teslîm nabe û bi veguhertina boykotan ji bo derfetan, dê asoya ronahî ya siberojê bi dest bixe.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî îro çarşemiyê li hevdîtina bi hezaran karkeran, armanca rastîn ya Amerîka û rojava ji boykot û zextan li ser Îranê, teslîmkirin û peyrewiya tam a gel û nizama islamî da zanîn û teqez kir: Gelê mezin û  bi kok û esil ê  Îranê û Komara Îslamî ya Îranê teslîmî zordarî û zêdegaviyê nabin û bi veguhertina boykotan  jibo derfetên pêşketin û geşatiyê dê paşerojeke ronahî bi dest bixin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, xebat û kar û karsaz wek du hevkarên bereya pêşiyê ya şerê aborî yê sepandî  yê dijminan li ser gelê  Îranê dan zanîn û got: her çi qas ev du hêmanên sereke yên şerê li dijî Amerîkayê zêdetir hewil bidin  û her çiqasî zemîne jibo qada xebata bi bandor zêdetir bibe, dê welat û gelê me zêdetir bi ser kevin.

Wî bal kişand ser rola sereke ya civaka karkeran di bazdan û hilkişîna berhemanînê û başkirina rewşa aborî ya welat  û erkên berpirsan ji bo çareserkirina pirsgirêkên çîn û qata  razî û necîb ya karkeran rave kir û got:  Hal û rewşa baş a karkeran  dê hal û rewşa gel jî baş bike.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di beşeke din ji axaftinên xwe de  behsa li ser meselên aborî bêyî berçavgirtina boykotên  bi qewlê Amerîka û ewropiyan bêmînak, ne pêkan da zanîn û destnîşan kir:

Rojavayî derbarê armanca kivşkirina boykotên dijî Îranê   bi dewre mijarên wekî çekên navokî, mafên mirovan û piştgiriya ji terorîzmêdixin rojevê. Wî di ravekirina newekhevî û hincetên derewîn ên Rojavayiyan de jîamajeyî mînaka Xezeyê kir û got:

Li gor bawera wan kesên li Xezeyê ku tên bombebaran kirin,terorîst in, lê dewleta beres, sexte û bêrehim ya siyonîst ku di  6 mehan de nêzî 40 hezar kes ji wan çend hezar zarok kuştin, ne terorîst e. 

Wî pêşketinên çek û sîlehî wek mînaka veguhertina  boykotan ji bo derfetan bi nav kir û got:

Ev pêşketina ku li cihekî xwe nîşan da, hemû dijmin ecêbgirtî kirin ku Îrana Îslamî çawa di bin şert û mercên  boykotan de karî ewqas çekên pêşketî hilberîne.

Hezretê ayetulah Xamineyî di berdewamiya axaftinên xwe de amajeyî meş û xwenîşandanên gelan jibo piştgîriya ji Ffilistîniyan û bilindkirina alayên Filistîn û Hizbullahê li kolanên Ewropa û Amerîkayê kir û tawanbarkirina Komara Îslamî ya Îranê bi piştgirya ji terorîzmê bi hinceta piştgirîkirina ji gelê mezlûm ê Xezeyê, sedema riswatiya  buxtankeran da zanîn û got:Niha ne tenê gelê Îranê, belkî hemû netewe piştgirî didin Filistînê.

 

 

Serepeyv