Nîsan 18, 2024 16:21 Asia/Tehran
  • Serdar Heqteleb: Ji ber gefên Rejîma Siyonîst hitmala venihêrîn û veguhertina siyaset  û têbîniyên ragehandî yên navokî heye

Serdar Ehmed Heqteleb balkişand  ser ewlehiya tam a navendên navokî yên welêt û di berteka  li hember gefên Rejîma Siyonîst derheq êrişa ser van navendan, got: Muhtemel e doktrîn û siyasetên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê û û têbîniyên ragehandî yên berê bên guhertin.

Li gorî rapora beşa ragiahndinê ya sipahê pasdaran,  Serdar sertîp Ehmed Heqteleb, fermandê  sipahê parastin û ewlehiya navokî yên welêt li gotûbêjekê derbarê kiryara muhtemel a êrişa Rejîma Siyonîstî li berteka operasyona serkevtî ya soza Sadiq derheq êrişa ser navendên navokî yên vî welatî, got: Ev gef ne yên îro û duh in, ji salên borî ve, Rejîma sexte ya Siyonîstî ji bilî gefan di beşa  pîşesaziya navokî ya  welêt de  dest bi çalakiyên xirabkarane kiriye.

Wî her wiha got: Herçend li gor protokol û pîvanên navneteweyî û qayîde qirarên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, bo hemû welatan êrişa ser navendên navokî hatiye qedexekirin, di heman demê de Komara Îslamî ya Îranê ji destpêkê ve hertim ji bo rawestana li himber van gefan amade bûye.

Serdar Heqteleb bal kişand ser vê yekê ku vê dawiyê Rejîma Siyonîst bi hovîtî  bi êrişa ser beşa konsûlî ya balyozxana  Komara Islamî ya Îranê li Sûriyê hemî yasa û qanûnên navneteweyî binpê kir û got: Bi îzna Xwedê û bi tedbîrên Rêberê Bilind û Serfermandarê Giştî û hewldanên ewladên wêrek ên Îranê di hêzên çekdar de bi bikaranîna pîlanên berevaniyê û alavên pir pêşketî  em amade ne li himber her gefeke Rejîma Siyonîst rawestin.

Fermandê sipahê parastin û ewlehiya navendên navokî yên welêt bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê tam amade ne  û  destnîşan kir: Navendên navokî yên dijminê siyonîst hatine naskirin û  me li bara hemû  armancan agahiyên pêwîst li ber destê xwe hene û em bo dayîna bersiva her kiryareke muhtemel a Rejîam Siyonîst amade ne.

 

 

 

 

Serepeyv