Nîsan 13, 2024 07:49 Asia/Tehran
  • Amerîkayê miafiyeta boykotê li ser Îranê dirêj nekir

Hikûmeta Amerîkayê îmiafiyetên boykotê ku rê didin Îranê ku di çarçova Rêketina navokî de bi alîyên navneteweyî re hevkarîya navokî ya aştiyane bike, dirêj nekir.

Waşîngtonê cara dawiyê di Tebaxa 2023-an de ev miafiyet heta destpêka sala 2024-an dirêj kir, û ev miafiyet êdî bi dawî hatine. Ev miafiyet di çarçoveya rêketina navokî de tên dayîn û dewletên Amerîkayê erkdar bûne her 6 mehan carekê wan dirêj bikin.

Li gorî bnaveroka rêketinama navokî, welatên îmzeker ê vê peymanê soz dane ku di warê hevkariyên aştiyane yên navokî de,  bi Îranê re di warê xebatên navokî yên aşitiyane de  ji wan di proja reaktora lêkolînê ya Erakê û Teşkîlata Fordoyê de hevkariyê bikin. 

Îranê piştî îmzakirina rêketinama navokî bona betalkirina boykotên zalimane, bê kêmasî sozên xwe cih anî û ev mijar di 16`emîn rapora Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de jî hatiye piştrastkirin. Lê bi derketina neqanûnî û yekalî ya Amerîkayê ji peymanê, cezayên li dijî Îranê hatin vegerandin.

 

Serepeyv