Nîsan 06, 2024 09:41 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Cîhan dê li jinavçûyîna Rejîma Siyonîst temaşe bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de tevî spasiya ji gelê hişyar û emegdar ê Îranê ji ber beşdariya girseyî li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê got: Cîhan dê li jinavçûyîna Rejîma Siyonîst temaşe bike

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, duh êvarê di peyamekê de ji ber beşdarbûna xurt a gelê hişyar û emegdar ê Îranê, spasî kir û ev  beşdariya hemasî wek peyameke zelal ji bo îstikbara cîhanî  da zanîn ku zil û zordarî û talankirin û destdirêjî tim mehkûmê têkçûnê ye.

Reîsî destnîşan kir: Îro bi saya xîret û wêrekiya filistîniyan ji her kesî re eşkere bûye ku koşka sist û pist  a siyonîzmê ji  tenva pîrhevokê lawaztir e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku helbet ev tevgera cîhanî  û girseyî dê bighêje encamê û cîhan jî dê li cihanîna soza sadiq a Xwedê û jinavçûna Rejîma Siyonîst temaşe bike.

Roja îniya dawî ya meha pîroz a Remezanê bi însiyatîva Îmam Xumeynî (RE) damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê, roja cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin.

Rêûresma meşa Roja Cîhanî ya Qudsê duh Înê li zêdetir ji 2 hezar bajar û gundên Îranê bi amadebûna brfireh  îraniyan hat lidarxistin.

 

 

Serepeyv