Adar 31, 2024 07:59 Asia/Tehran
  • Lidarxistina mersima şevên Qedrê li bajarên curbicur ên cîhanê

Li bajarên curbicur yên cîhanê merasimên dua û dîlek û îbadetê hatin lidarxistin.

Di heyamê şevên Qedrê de bi amadebûna Misilmanên Bosniyayî û Îraniyên niştecihên Sarayêwoyê merasima ehyayê hat lidarxistin.

Hevgavê şeva 19-emîn a meha pîroz a Remezanê merasima ehyayê ya şevên Qedrê ji aliyê binyata Molasedra û bi amadebûna komek ji xelkê Bosnî û îraniyên rûiştiyê Sarayêwoyê hat lidarxistin. 

Herwiha misilmanên rojîgir  yên niştecihên Çînê, Îraniyên niştecih,misteşar û dîplomatên misilman ên li Çînê jî li Piken, Guwangco û bajarên din ên vî welatî ji Xwenidina duyaya Coşenê Kebîr  ji Xwedê Teala lêborîn xwestin.

Misilmanên Inglîzê  ji neteweyên cuda bi amadebûna nav mizgevt, navend û cihên îslamî yên vî welatî  merasima  taybet bo Leyaliyê Qedrê lidar xistin û  bi dua û dûîalekan û ibadetkirinê ji xwedê ji bo misilmanan û xwe daxwaza lêborîna gunehan kirin.

Şeva borî rojîgirên Efxanistanê jî bi banga  Îlahî Xews û ji bo azadkirina miletê mezlûm filistînî ji zulma Rejîma Siyonîst, îstiqrar û aramiyê li navçeyên cuda yên Efxanistanê li mizgevt û Husêniyeyan amade bûn û rêz  li merasima Leyalî Qedrê girtin.

Merasima Leyalî Qedrê li Tirkiyê bi amadebûna misilmanên rojîgirên vî welatî û îraniyên li Tirkiyê li husyêniya rawêjkariya çandî ya Komara Îslamî ya Îranê li Enqereyê hat lidarxistin. Li Îranaîslamî jî mersima leyaliyê Qedrê bi amadebûna xelkê rojîgir li hemû gund û bajaran hat li darxistin. 

Serepeyv