Adar 27, 2024 15:14 Asia/Tehran
  • Daxwaza Rêxistina Pizîşkiyê ya Îranê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ji bo betalkirina endamtiya Rejîma Siyonîst

Serokê saziya pizîşkiyê ya Îranê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî xwest ku rewşa awarte ya tendirustiya giştî li zîvala Xezeyê ragihîne û endamtiya Rejîma Siyonîst di vê rêxistinê de bi zûtirkê rawestîne û heke pêwîst be jî wê betal bike.

Mihemed Reîszade, serokê saziya  pizîşkî ya Îranê, bal kişand ser operasiyona leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst bo nexweşxaneya El-Şifa li Zîvala Xezeyê û ziyanên  li ser tenduristiya derûnî ya xelkê cîhanê û got: JI ber destdirêjiya nemirovane ya dubare ser nexweşxaneya Şefa û kuştina birîndaran li vê nexweşxanê, divê civaka pizîşkî ya cîhanê di vî warî de bertekeke guncaw nîşan bide.Serokê Rêxistina  Pizîşkî ya Îranê diyar kir ku yek ji erkên girîng ên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jordebirin asta tenduristiya xelkê cîhanê ye û yek ji pîvanên başkirina tendirûstiyê jî meeleya tendirustiya derûnî ye.Reîszade got: Cinayeta bêmînak ku ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve hatiye kirin û wêne û vîdyoyên wan yên ku li cîhanê belav bûne, derbe tenduristiya derûnî  ya xelkê li seranserê cîhanê xistiye û yek ji girîngtirîn faktorên xerakirina tenduristiya derûnî ya xelkê ye, cinayeta bêmînak a Rejîma Siyonîst  e ku dikarin bibêjin ku koronaya derûnî li ser tenduristiya derûnî ya xelkê cîhanê  da sepandiye.

 

Serepeyv