Adar 15, 2024 16:50 Asia/Tehran
  • Merasîma Axaftina Rêberê Înqilabê bi boneya Newrozê dê  li Huseniyeya Îmam Xumeynî û bi beşdariya gel were lidarxistin

Endamekî Ofîsa Rêberê Înqilabê ragihand, Merasîma Axaftina Rêberê Înqilabê bi boneya Newrozê dê li Huseniyeya Îmam Xumeynî û bi beşdariya gel were lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Mehdî Fezayîlî endamê Ofîsa Rêberê Înqilabê ragihand: Li gorî hevdemiya dem û rojên Sala Nû digel Meha Remezanê, axaftina Rêberê Înqilabê ya bi boneya Newrozê dê roja Çarşemiyê 1ê Ferwerdîna 1403an li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) û bi beşdariya çîn û qatên cûrbicûr ên gel were lidarxistin.

Rêûrisma axaftina Hezretê Ayetullah Xamineyî ku her sal di roja yekem a Sala Nû da li tirba paqij a Îmam Reza (S) dihat lidarxitin, îsal ji ber hevdemiya digel Meha pîroz a Remezanê nayê lidarxistin.

Serepeyv