Sibat 21, 2024 19:18 Asia/Tehran
  • Sê zanîngehên Îranê di rêza cîhanî da ne

Zanîngehên Şîraz, Zanistên Pizîşkî û Pêşeyî yên vî bajarî di rêza zanîngehên herî sereke yên cîhanê da cih girtin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Rêzebendiya Cîhanî ya ISC 2023an ji aliyê Enstîtûya Belgewarkirin û Şopandina Zanist û Teknolojiyê ya Cîhana Îslamê li Şîrazê hat weşandin ku li gorî wê, hejmara zanîngehên Îranê ku tev li vê rêzebendiyê bûne gihîşte 69 heban.

Li gorî vê raporê, Di rêzebendiya cîhanî da, du hezar û 555 zanîngeh ji 114 welatan û şeş parezemînên cîhanê beşdar in ku pişka Komara Îslamî ya Îranê 69 zanîngeh e.

Serepeyv