Sibat 03, 2024 09:15 Asia/Tehran
  • Boykotên nû yên Wezareta Xezîneya Amerîkayê li dijî Îranê

Himûmeta Amerîkayê di berdewamiya siyasetên xwe yên dijminane yên dijî Komara Îslamî ya Îranê de, 6 kes û 5 saziyên pêwendîdar bi Îranê boykot kirin.

Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê îdia kir ku  5 kompaniyên ku li Îran û Hong Kongêku di warê dabînkirina made û  teknolojiyên bernameyên mûşekên balîstîk û firokeyên bê firokevan û firotina kelûpelên Îranê bo saziyên Çînê de çalak in,  boykot kirine.

Wezareta Xezînedariyê ya ya Amerîkayê herwiha ragihand ku wan 6 berpirsên Fermandeya Elektronîkî ya Sayberî  ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê ji ber kiryarên xirabker ên sayberî dijî binesaziyên giring ên Amerîkayê û navçeyên din, boykot kirine.

Amerîkayê di çar dehekên derbasbûyî de  siyaset û tedbîrên yekalî yên herî zêde li dijî Komara Îslamî  bi awayên cuda weke sepandina boykotên herî berfireh, gefên leşkerî, destpêkirina kempêynên siyasî û dîplomatîk û şerê derûnî  cih anîne. 

Tevî bêbandoriya siyaset û tedbîrên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê, Waşîngton dîsa jî li ser berdewamiya vê  nêrîna neqanûnî ya li dijî Têhranê, berovajî  manîfesta NY pêgiriyê dike.

Serepeyv