Çile 31, 2024 18:46 Asia/Tehran
  • Şopa mirovên seretayî li başûrê Tehranê

Şopa serdema Paleolîtîk (Paleolithic) li başûrê Tehranê hat keşifkirin.

Serdema erdnasiyê ya paleolîtîk li Îranê ji derdora 40 hezar berê va dest pê bûye û heta 20 hezar sal berê hatiye domandin. Beriya vêya, şopên vê serdemê li derdora bajarên din ên Îranê wekî Kirmaşan, Xurrem Ava, Merv-Deşt û Kaşanê hatiye peydakirin. Ev serdema bi çanda çêkirina alavên weke tîx û hûretîxan tê naskirin.

Murteza Hesarî Endamê Desteya Zanistî ya Lêkolîngeha Mîrata Çandî û Geştyariyê ya Îranê got: Di serdana hefteya raborî ya girika sereke ya Qumî-Avayê ku li başûrê gunekî ser vî navî li Şaristana Rêyê bi cih bûye, amûrên kevirîn ên serdema Paleolîtîk hatine dîtin û bo vê mebestê me ji Fireydûn Bîglerî kevnarenas û Serokê Beşa Paleolîtîk a Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê daxwaz kir ku serdana vê qada kevnar bike.

Hesarî di dewamê da got: Di vê serdanê da alavên keşifkirî ji aliyê vî pisporê keviran va hatin piştrastkirin.

Serokê Beşa Paleolîtîk a Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê di vî warî da got: Me di vê serdanê da hin nimûne ji kevirê dayîk, alavên çêkirî ji wî û alavên din ên têkildarî birrîna keviran li ser girên Qu8mî Avayê peyda kirin.

Serepeyv