Pesendkirina tevlikirina rexê rojavaya çemê Urdinê nav deverên dagirbûyî û berteka filistînîyan
Pêşnivîsa sepandina serwerîya Rejîma Sîyonîst ser rexê rojavaya çemê Urdinê ku duh li parlimana wê rejîmê hat pesendkirin, pêrgî berteka tund a komên filistînî bû û wan komana ev yeka di dewama qirrkirina gelê Filistînê da zanîn.
Komên filistînî pêgirî kirin ku biryara parlimana rejîma dagirker ku qanûna sepandina serwerîya Rejîma Sîyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê pesend kir, neqanûnî û bêhitbar u xwestin ku berxwedana filistînîyan were tundkirin u ji civaka cîhanî jî xwestin ku rola xwe ji bo sekinîna himber vê rejîmê pêk bînin.
Komên berxwedêr ên filistînî herwiha ragihandin: Rexê rojavaya çemê Urdinê, Quds u hemî navçeyên dagirbûyî yên me di rêza warê resen ê filistînîyan da ne u ti serwerîyek bo sîyonîstan li warê me tineye. Gelê Filistînê bi pabendbûna bi mafên xwe ser axa xwe u ser koka xwe li vir e u bi hemî emrazan berevanîya axa xwe dike.