Çile 31, 2024 18:14 Asia/Tehran
  • Amadebûna Rêberê Înqilabê li tirba paqij a Îmam Xumeynî û Gulzara Şehîdan a Beheşta Zehrayê (S)

Di bereberê Deheya Fecrê ya Serkeftina Înqilaba Îslamî da Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî vê sibê (Çarşemî) li tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) Û Gulzara Şehîdan amade bû.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî li tirba paqij a Îmam Xumeuynî (Re) bi xwendina fatîheyê rêz li Xîmdanerê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê û yadîgrê wî girt.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha li mezargeha şehîdên bûyera 7ê Tîrê û şehîdên teqîna Ofîsa Serokwezîrtiyê di 8ê Şehrîwera sala 1360î ya Hetawî da amade bû û rêz li şehîd Beheştî, Recayî, Bahuner û hevalên wan ên şehîd girt.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha çû ser mezargehên şehîdên giranqedr ên Înqilaba Îslamî, serdema Berevanîya Pîroz û Berevaniya ji Heremê.

Ji şehîdên ku Hezretê Ayetullah Xamineyî çû ser mezargeha wan, şehîd "Muhemed-Emîn Semedî" bû ku vê dawiyê di encama êrîşa Rejîma Siyonîst ser Dimeşqê da şehîd bû.

Serepeyv