Çile 13, 2024 10:38 Asia/Tehran
  • Mîtîngeke nerazîbûnê li ber Balyozxaneya Inglîzê li Têhranê hat li dar xistin

Komek ji xelkê û xwendekarên Têhranê, êvara Îniyê bi xwenîşandanekê li ber balyozxaneya Londonê li Têhranê, êrişa hovane ya Amerîka û Inglîzê ser Yemenê şermezar kirin.

 

Xwendekaran di vê mîtîngê de tevî ragihandina piştevaniya xwe ji gelê mezlûm ê Xezeyê û hevgirtina bi gelê qehreman yê Yemenê re, tekez  kirin ku mafê bersivdayîna Ensarullah û artêşa Yemenê parastî ye.  Xelk û xwendekaran êrişa esmanî ya Amerîka û Brîtanyayê ser hin beşên Yemenê ku bi hevrêtiya hejmarek ji welatên din û hevkariya hinek hikimdarên paşvero yên navçeyê qewimî, bi tundî şermezar kirin. 

Xelkê Yemenê jî duh  bi lidarxistina xwenîşandanên girseyî li deverên curbicur ên vî welatî êrişên mûşekî yên Amerîka û Brîtanya ser welatê xwe şermezar kirin.

Çavkaniyên medyayî yên navneteweyî ragihandin ku Amerîkayê vê sibê danê sibê êrişên yekalî li Yemenê pêk anîn.

Şebekeya El-Mesîre ya Yemenê derbarê êrişa  dubare ya Amerîka û Îngilîzê ser Senaya paytexta Yemenê agahî da.

Kanala nûçeyan a El-Mayadîn jî ragihand ku dengê teqîneke giran li aliyê bakurê Senaya paytexta Yemenê hat bihîstin. Agahiyên herî dawî amaje bi êrîşên asmanî yan mûşekî ser meqwera El-Dêylemî ya li nêzîkî firokexaneya Sena dikin.

 

Serepeyv