Çile 06, 2024 16:29 Asia/Tehran
  • Reîsî: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê berevaniya ji mezlûman e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê siyaseta Îranê, berevaniya ji mezlûman û rawstana li hemberî zaliman da zanîn.

Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro bi beşdariya nav koma xelkê Zencanê, tevî şermezarkirina cinayeta terorîstî ya li Golzara Şehîdan a Kirmanê, ragihand ku siyaseta Komara Islamî ya Îranê berevaniya  ji  mezlûmên cîhanê  û  rawestana li ber  zalim û mustekbiran e û got: Tevî komployên dijminan li qadên curbicur, gelê Îranê ser piyê xwe  sekiniye û serketî ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê di dewama axaftina xwe de bal kişande ser pêşketinên Îranê di warê zanist û teknolojiyê de û got: Gelê Îranê tevî dorpêç û dijminatiyan pêngavên mezin avêtine û nîşanî cîhanê da ku bi  palpiştiya erzişên îlahî dikare bibe welatekî pêşketî û teknolojîk hebe û îo jî Îran bûye welatekî wisa li cîhanê. 

Reyîsî bal kişande ser bikaranîna bi aşitî ya enerjiya navokî ji aliyê Îranê ve, got: Dijmin wer dizanî  ku bi kuştina zanyaran dikare pêşesaziya navokî ya vî welatî rawestîne,lê nikarî

 

Serepeyv