Çile 06, 2024 16:08 Asia/Tehran
  • Zêdekirina alavên nû li Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdaran

Di merasimekê de bi amadebûna fermandeyên Sipahê Pasdaran û hêzên leşkerî yên Îranê, paporek û û 100 gemî radestî Sipahê Pasdaran hatkirin.

Îro Şemiyê paporek û  sed gemî radestî hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî hatin kirin.

Beşek ji alavên ku ji Sipahê  Pasdaran re hatine dayîn, paporek bi navê Şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis, 4 keştiyên modela Zulfîqar 16 yên mûşekrêj û 5 balafirên kowser ên berevaniya Aşûrayê bûn.

Serdar Eliriza TengsirîFermandarê Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li merasima zêdekirina radestkirina papor û  û alavên berevaniyê bo hêzên deryayî yên Sipahê Pasdaran got:

Zêdekirina van kelûpelan berdewamiya  projeya berê ya  zêdekirinên 11- alî  û di çarçoveya  berdewamiya  bihêzkirinê de ye. 

 Serleşker Husêyn Selamî, Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî jî li merasima zêdekirina papora Ebû Mehdî û 100 mûşekrêjên lezgîn  bo hêza deryayî ya Sipahê Pasdaran got:

Komara Îslamî ya Îranê ji girîngiya deryayê weke meydaneke  sereke, diyarker  bi çarenivîs bo şer,  û bo  Pêşkeftin û temamkirina hêzeke deryayî ya  serbixwe agehdar e û bo vê yekê hewil dide. 

 

Serepeyv