Çile 06, 2024 10:19 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: Emê tola şehîdan hildin

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Îranê bal kişande ser tolhildana şehîdên bûyera terorîstî ya Kirmanê û got: Ev şehadet nîşana şikestinên giran in ku di van salên dawî de li îstikbar û sebebkarên wê yên navçeyî ketiye.


Serdar Husêyn Selamî li merasîma oxirkirina şehîdên teqînên terorîstî li Kirmanê de, DAIŞ`ê berhema siyaseta Amerîkayê li cîhana Îslamê da zanîn û tekez kir ku, gelê Îranê bi van şehadetan bêhêvî nabin û teraka meydanê nadin.

Fermandeyê Sipahê Pasdarên Îranê her wiha got: DAIŞ`ê demekê dixwest nexşerêyeke nû ya siyasî li cîhana îslamê xêz bike, lê bi hewlên ciwanên misilman ên leheng û fermandetiya şehîd Silêmanî ew neghêşt encamê.Serdar Selamî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku derbên  ku li dijmin  ketine giran  in û îro rayedarên siyonîst tu rêyek jibo derketina ji vê qopiya bi opan tine ne û di halekî de misilman di cîhadê de ne, ew  û ger şehîd jî bibin bi ser ketine.

Serepeyv