Çile 06, 2024 08:48 Asia/Tehran
  • Wezareta Îtilaatê derbarê naskirina hejmarek kesên ku di bûyera terorîstî ya Kirmanê de dst hebûn, agahî da

Wezareta Îtilaatê ya Îranê derbarê naskirin û desteserkirina hejmarek kesên ku di bûyerên Kirmanê de dest hebûen,agahî da.

Di daxuyaniya Wezareta  Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê de hatiye, ku  cihê ku  2 terorîstên  ku li  derdora bajarê Kermanê   diman, hat dîtin û 2 kesên ku berpirsê piştevaniya wan kesan bûn jî hatin girtin.

Wezareta  Îtilaatê  her wiha derbarê desteserkirina 9 kesên din ên ji tora piştevaniya vê tîma terorîst  li 6 parêzgehên wî welatî agahî da.

Li gor daxuyaniya Wezareta Îstixbaratê, yek ji wan du terorîstên întiharî ên bûyera Kirmanê Tacîkistanî ye û nasnameya kesê duyem jî hîna nediyar e.

 Wezareta Îtaatê ya Îranê her wiha gotiye ku  opersyona  anskirin û kiryarên di nav û dervey Îranê bi hemû zirûfan  di halê hilkolandinê ye. 

Di encama êrîşa terorîstî ya roja pêncşemiyê ya li Golzara Şehîdan ya Kermanê de, du êrişên întiharî ku koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsyariya wan da istûyê xwe  di nava heciyên vê merasimê de pêk hatin û di encamê de 89 kes şehîd bûn û 284 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv