Çile 05, 2024 16:14 Asia/Tehran
  • Reîsî: Ewlehiya navçeyê deyndarê lehengiyên şehîd Silêmanî ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Ewlehîya îro ya navçê ji ber mêrxasiya şehîd Serdar Qasim Silêmanî fermandê berê yê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî pêk hatiye.

Seyîd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, îro Înê, li merasima oxirkirina şehîdên cinayeta terorîstî li musellaya Îmam Elî (S) a bajarê Kirmanê, bal kişande ser hewldan û mêrxasîya serdar Qasim Silêmanî di rêya rawestana li ber  îstikbar û terorîzmê û got ku şehîd Silêmanî tevgera berxwedanê li beramber îstikbara li naçeyê pêk anî û dijmin neçar kir paşde vekişe. 

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir ku serdar Silêmanî koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçê ji nav bir û ewlehî li navçê pêk anî û got: Plana Amerîkayê ya avakirina Îsraîleke din li navçeyê ji aliyê serdar Silêmanî ve hat pûçkirin.

Reyîsî her wiha hişyariya îro ya gelên îslamî ji ber bereketa xwîna şehîdan da zanîn û teqez kir:

Operasyona Bahoza Eqsayê (7 Cotmeha 2023) dê dawiya Rejîma Siyonîst be.

Serleşker Husêyn Selamî, fermandê hêzên  Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî li merasima oxirkirina şehîdên cinayeta terorîstî ya li Kirmanê ev cinayeta hanê encama şikestina  giran a îstikbarê li navçê da zanîn û got:

DAIŞ berhema siyaseta Amerîka ya guhertina nexşeya cîhana îslamê ye.

 Wî bal kişand ser işksta  vê plana Amerîkayê wek planên din ên terorîstî  ji terorîstan re got:

Eger hûn mêr in, werin bi me re şer bikin, hûn li ku derê bin, emê we peyda bikin û nahêlin hûn xwe serdest bikin.

 Ji aliyê din ve jî şermezarkirina kiryara terorîstî ya roja Çarşemê li bajarê Kirmanê di merasima bîranîna salvegera şehadeta Serdar Silêmanî  berdewam e.

Serokomarê Îtalya di peyamekê de bûyera terorîstî ya Kirmanê şermezar kir.

Di peyama Serokomarê Îtalyayê de hatiye: Operasyona hovane ya terorîstî ya li Kirmanê ku di encamê de gelek welatiyan canê xwe ji dest dan, divê ku bi awayekî tund ji aliyê civaka cîhanî ve were  şermezrkirin.

 Wezareta karên derve ya Cezayirê jî di peyamekê de kiryara terorîstî ya li Kirmanê şermezar kir û ragihand ku ev welat hevgirtina xwe ya tam bi hikûmet û gelê Îranê re radigihîne.

Rêberê Katolîkên cîhanê jî di peyamekê de hevxemiya xwe bi malbatên  qurbaniyên êrişa terorîstî ya li Kirmanê û dewlet û gelê Îranê  nîşan da û ji wan ser sersaxî xwest.

Di rojên derbasbûyî de, zêdetir ji çil welatên cîhanê û bi dehan rêxistinên navdewletî, cinayeta terorîstên DAIŞê li bajarê Kirman li başûrê Îranê şermezar kirine.

Serepeyv