Çile 04, 2024 16:26 Asia/Tehran
  • Dewama bertekên li hember cinayetên terorîstî yên Kirmanê

Alayên welatên endamên Saziya Hevkariya Şanghayê û balyozxaneyên Komara Îslamî ya Îranê li welatên curbicur ji bo rêzgirtina ji şehîdên cinayeta terorîstî ya Golzara Şehîdan a li Kirmanê li başûrê Îranê, nîvî hatin bilindkirin.

Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Çînê,îro li malpera xwe ya fermî li nav tora civakî, de bertek nîşanî kiryara terorîstî ya li Kirmanê da û  nivîsî: Ji ber rêzgirtina ji şehîdan û qurbaniyên bûyera diltezîn a terorîstî ya merazgeha şehîdan û merzargeha Serdar Silêmanî,  Nivsîgeha Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Pikenê  ala vê rêxistinê  bi nivî bilind kirin. Her wiha ji bo rêzgirtin ji şehîdên teqînên terorîstî yên li Kirmanê, alaya Komara Îslamî ya Îranê li balyozxaneya Îranê li welatên curbicur ji wan li Pakistan, Azerbaycan û Laheya Holendayê, bi nîvî hat bilindkirin.

Randîr Cayswal ,berdevkê wezareta karên derve ya Hindistanê jî piştî êrişa terorîstî ya li Kirmanê hevxemiya xwe bi gel û dewleta Îranê nîşan da û ew êriş şermezar kir.

Îbrahîm Enwer, serokwezîrê Malizyayê, hevxemiya xwe bi gel û dewleta Îranê ji ber teqîna terorîstî ya li Kirmanê da diyarkirin û ser mehkemekirina sebebkarên vê cinayetê teqez kir.

Serepeyv