Çile 01, 2024 09:32 Asia/Tehran
  • . 11 şîrketên hilberîna dermanên Îranê ji Wezareta Tenduristiyê ya Kinyayê belgeya GMP wergirtin

Bi hewlên balyozxaneya Îranê li Kinyayê û di encama lihevkirinên ku di serdana serokomarê Îranê bo vî welatê Afrîqayê de hatin kirin, 11 kompaniyên berhemanîna dermanên îranî ji Wezareta Tenduristiya Kinyayê belgeya GMP wergirtin.

Bi vê çalakiyê pêngaveke girîng ji bo pêşxistina hevkariya di navbera her du welatan de di warê tenduristiyê de hat avêtin.Ev belge dibin sedem ku kompaniyên îranî ji îmkana hinartina dermanên xwe bo Kinyayê sûd werbigirin û dê rolek girîng di bihêzkirina cih û şûna  pîşesaziya dermanên Îranê li vê navçeyê de bilîzin.

 

 

Serepeyv