Kanûn 28, 2023 15:18 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pêş meytê Serdar Şehîd Mûsewî nimêj kir

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha Pêncşemiyê bi amadebûna li cem meytê Serdarê Şehîd Seyid Rezî Mûsewî û xwendina fatîheyê, li meytê wî şehîdê serbilind nimêj kir.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî sersaxîdana bo malbata şehîd û rêzgirtina li cîhada bêwestiyan a Şehîd Seyid Rezî Mûsewî, ji bo vî şehedî daxwaza hevnişînîya digel ewsiya û ewliyayê Xwedê û bilindbna dereceyan kir.

Serdar Seyid Rezî Mûsewî ji misteşarên Hêza Qudfsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ku di warê Piştevaniya ji Bereya Berxwedanê da li Sûriyê çalak bû, di êrîşa Duşemiyê 25ê Kanûna 2023an a Rejîma Siyonîst ser Taxa Zeynebîyeyê ya Şamê da şehîd bû.

Serdar Şehîd Mûsewî ji misteşarêîn qedîmî yên Hêza Qudsê ya Sipahê li Sûriyê û yar û hevrêyê serdar şehîd Hecî Qasim Silêmanî bû.

Serepeyv