Kanûn 23, 2023 17:29 Asia/Tehran
  • Reîsî: Koçberiya bi darê zorê ya xelkê Xezeyê di rojeva Amerîkayê de ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê li Konferansa Navdewletî ya Têhranê derbarê Filistînê, koçkirina bi darê zorê ya xelkê Xezeyê di rojeva Amerîkîyan da zanîn.


Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî li Konferansa Navdewletî ya Têhranê derbarê Filistînê ragihand ku meseleya Filistînê ji bo cîhana mirovahiyê mijareke giring û bingehîn e û sîstema serdestxwaz dixwaze bi serdestiya xwe mafên gelê Filistînê ji nav bibe û guh nade qanûn û mirovantiyê.

Reyîsî bal kişand ser vê yekê ku divê Amerîka û siyonîst ji ber cinayetên xwe dijî mirovahiyê di dadgeha navneteweyî de bên mehkemekirin û destnîşan kir:

Çareseriya rawestana  li berdagirkeriyê  derxistina dagirkeran e,  ya duyemîn mehkemekirina dagirkeran û ya sêyemîn jî dayîna xisaretê ji liyê  dagirkeran e. Di hemû pîvanên hiqûqî de eva rêçareya  rawestana li ber  dagirkeriyê ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê  derbarê xemsariya sazî û dezgehên navneteweyî yêndewekarê piştgiriya ji  mafên mirovan li himber meseleya Filistînê dilgiraniya xwe nîşan da û destnîşan kir: 80 roj in Konseya Ewlehiyê  bêdeng mayer û  û nizane çi bike.

Reyîsî bi gotina vê yekê ku Amerîkiyan bi îdiaya  damezrandina aşitiyê  peymanên Camp David, Şerm el-Şêx û Osloyê îmze kirin û got: Rejîma Siyonîst zêdetir ji 400 biryar û daxûyaniyên navneteweyî binpê kirine û pabendî tu rêkeftinan nebûye.

Serepeyv