Kanûn 23, 2023 09:53 Asia/Tehran
  • Berteka Kenanî li hember teqîna li navçeyeke xelknişîn li Xezeyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li berteka li himber teqîna navçeyeke niştecihbûnê li derdora Mizgefta Filistînê li taxa El-Remalê li Xezeyê, alîgirên Rejîma Siyonîstî bêrûmet bi nav kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî amaje bi teqîna navçeyeke niştecihbûnê li derdora Mizgefta Filistînê li taxa El-Remal li bajarê  Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve kir û  got: Bi van kiryaran re Rejîma Siyonîst tenê  kok û zata terorîstî û cinayetgeriya xwe nîşanî cîhanê dide.Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Îro rojê piştgirên Rejîma cinayetkar û zarokkuj  a Siyonîst û dewekarên derewîn ên mafên mirovan li Amerîka û Ewrûpayê ji her demê bêhtir  riswa û bêrûmettir  bûne.

 

Serepeyv