Kanûn 17, 2023 18:18 Asia/Tehran
  • Îrewanî: Dirêjbûna şerê Xezeyê, dê xercê piştgiriya Amerîkayê ji Îsraîlê zêdetir bike

Emîr-Seîd Îrewanî Balyoz û Nûnerê Dayîm ê Komara Îslamî ya Îranê li NY'yê tevîhişyarkirina hikûmeta Joe Biden got: Bi dirêjbûna şerê Xezeyê, dê xercê piştevaniya Amerîkayê ji Îsraîlê bi awayekî çend qatî zêde bibe.

Emîr-Seîd Îrewwanî Balyoz û Nûnerê Dayîm ê Komara Îslamî ya Îranê li NY'yê bi gotina vêya ku Îsraîl bêyî piştevaniya bêmerc a Amerîkayê nikare destdirêjiyê bike, hikûmeta Joe Biden hiyar kir ku, di vê rewşê da Netanyahû jiyana xwe ya siyasî di dewama şerê Xezeyê û Biden serkeftina xxwe ya dubare di bidawîanîna şerê Xezeyê dibînin û ev dijheviya berjwendiyan dê bi dirêjbûna şêrr neyê birêvebirin.

 

Îrewanî her wiha got: Berxwedana li hemberî dagirkeriyê çandek e û ne tenê bi kuştina rêber û têkoşeran dê kêm nebe, belkî xwîna wan dê berxwedanê xurt bike û hejmareke zehftir a têkoşeran dê rêya berxwedanê bibijêrin. Teqez Îsral nikare Hemasê ji nav bibe, lê bi tevkujiyên ku pêk anîne, hêza Berxwedanê çi di çarçova tevlêbûna şervanên nû li Hemasê an jî koma nûdamezirandî dê were meydanê.

 

Balyoz û Nûnerê Dayîm ê Komara Îslamî ya Îranê li NY'yê her wiha got: Em bawer in ku qeyrana Filistînê bi rêkara leşkerî çareser nabe û rêya wê bidawîanîna dagirkeriyê û pêbendiya ji esla mafê tayînkirina çarenûsê ji bo gelê Filistînê ye.

Serepeyv