Kanûn 16, 2023 09:47 Asia/Tehran
  • Îran: Liv û tevgerên terorîstî demajoya lezgîn a pêşketin û ewlehiyê ya Îranê narawestînin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Liv û tevgerên terorîstî yên dijminên ewlehî û pêşketina Îranê nikarin demajoya pêşveçûn û ewlehiya bilez a welat û Sîstan û Belûçistanê rawestînin.

Husêyn Emîr Ebdullahiyan wek berteka  li hember bûyera terorîstî ya li Resk ku bû sedema şehîdbûna 12 kes ji endamên  hêzên ewlehiyê, li nav tora civakî ya  “X” ê  bi boneya şehîdbûna hejmarek ji  hêzên ewlehiyê yên bajarê Reskê   ser saxî da  malbatên van qehremanên netewî  ,Serfermandar û malbata mezin a hêzên ewlehiyê û raya giştî û gelê mezin ê Îranê û  hevxemiya xwe da diyarkirin.

Nasir Kananî Çafî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bi tundî cinayetên  terorîstên cudayîxwaz û kirêgirtiyên biyanî derheq êrişa terorîstî ya  ser navenda  ewlehiyê ya  Raskê û şehîdbûna hejmarek ji berevan û parêzvanên  ewlehiya welêt bi tundî  şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve hevxemiya xwe bo malbatên şehîdên şehîdên her tim mayînde yên welêt  da diyarkirin û got:

Bê şik  Wezareta Derve û saziyên têkildar ji bo dadgehkirin û  cizakirina terorîst û tawanbaran dê bi awayeke  hemaheng bikeve dewrê

Siba îniyê  terorîstan  êrişî ser navenda ewlehiyê ya  bajarê Raskê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê kirin û di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin û hejmarek ji hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê jî hatin şehîdkirin.

 

Serepeyv