Kanûn 15, 2023 17:41 Asia/Tehran
  • Êrîşa terorîstî ser baregeha ewlehiyê li başûrê rojhilatê Îranê

Berdevkê Polîsê Îranê qala êrîşa terorîstan ser baregeha leşkerî li şaristana Raskê ya başûrê rojhilatê welêt kir.

Berdevkê Polîsê Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, Di vê êrîşa terorîstî da ku êvara Pêncşemiyê pêk hat, hejmareke terorîstan hatin kuştin û hejmareke kedkarên Hêza Întizzamî yên Îranê jî birîndar û şehîd bûn. Li gorî vê daxuyaniyê, Fermandeyê Întizamî yê Sîstan û Belûçistana Îranê çûye navçeyê û rewş di bin kjontrolê da ye.

 

Alîkarê ewlehî û Întizamî Parêzgarê Sîstan û Belûçistana Îranê got: Di êrîşa terorîstî ser  navenda Întizzamî li Raskê da 11 kes şehîd bûn. Koma terorîstî ya Ceyşul-Zulmê êrîşa terorîstî ser Navenda Întizamî ya Raskê li başûrê rojhilatê Îranê girte usstiyê xwe. Bi destûra Serdar Radan Fermandeyê Giştî yê Întizamî yê Îranê, Desteyek bi sserperestiya Serdar Rezayî Cîgirêl Fermandeyê Giştî yê Întizzamî ji bo vekolandina mijarê diçe Şaristana Raskê.

Serepeyv