Kanûn 14, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanîyê yê Îranê bertek nîşanî hewla Amerîkayê ya avakirina Hêza Deryayî ya Navneteweyî li Deryaya Sor da

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê bi gotina vêya ku Deryaya Sor navçeya Îranê tê hesab, got: Teqez ti kes li nikare li navçeya ku Îranê tê da serdest e, manovr bide.

Emîr sertîp Muhemed-Reza Qerayî Aştiyanî Wezîrê Berevanîyê yê Îranê wek berteka li hemberî hewldana Amerîkayê ya avakirina Hêzeke deryayî ya navneteweyî li Deryaya Sor bi beşdariya 40 welatî, got: navçeyê êdî ewqasî cih û atmossfer tineye ku kesek tê da zêdetir ji ya heyî hatûçûn bike û aliyên cûrbicûr tê da hebin.

 

Sertîp Aştiyanî got: Amerîkî teqez karekî wiha nakin û eger bixwazin wisa bikin dê tûşî pirsgirêkine giran bibin.

 

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê got: Hemî welat li navçeyê hene; lê ev navçe ji bo welatên navçeyê ye.

 

Rayedarekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) vê dawiyê aşkira kir ku Amerîka hewl dide hêzeke deryayî ya navneteweyî bi beşdariya 40 welatan ji bo parastina hatûçûna keştiyan li Deryaya Sor ava bike. Vî rayedarê amerîkî ku nexwestiye navê wî were birin ji Sky News'a erebî ra got, Hêza ku biryar e were avakirin, dê navçeyeke bi berfirehiya sê miliyon maylî ji avên navneteweyî bigire bin çavdêriya xwe.

Serepeyv