Kanûn 14, 2023 16:20 Asia/Tehran
  • Rêjeya bazirganiya Îranê di 15 welatên cînar sedî 11 zêde bûye

Serokê Giştî yê Gumrika Îranê ragihand: Bazirganiya Îranê digel 15 welatên cînar di 8 mehên sala 1402an a Kopça Hetawî bi zêdebûna sedî 11.42 gihîşte 38 miliyar û 628 miliyon û 390 hezar dolarî.

Muhemed Rizwanîfer Serokê Giştî yê Gumrika Îranê ragihand: Danûstandina bazirganiya Îranê digel 15 welatên cînar di 8 mehên destpêka salê ji hêla kêş û giraniyê va 63 miliyon û 155 hezar ton bûye ku anegorî vê heyamê di sala pêş da sedî 17.21 zêdehiyê nîşan dide.

Alîkarê Wezîrê Aborê û Serokê Giştî yê Gumrika Îranê got: Hinardekirina Îranê bo welatên cînar pêkhatî ji Tirkiye, Iraq, Imarat, Behreyn, Kuweytê û di vê heyamê da ji hêla giraniyê va sedî 20.75 û ji hêla biha va sedî 8.76 zêde bûye.

Li gorî gotina Rizwanîfer, di vê heyamê da asta îdxalkirinê ji 15 welatên cînar ji hêla giranî û biha va bi rêzê sedî 6.87 û 13.95 zêdetir bûye.

Serepeyv