Kanûn 02, 2023 07:35 Asia/Tehran
  • Meşqa deryayî ya hevpar a navbera Îran, Rûsye û Çînê

Fermandê Hêza Deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê lidarxistina meşqa deryayî ya hevpar a navbera Îran, Rûsiye û Çînê agahî da.

Emîr deryadar, Şehram Îranî, fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser lidarxistina meşqa deryayî ya hevpar di navbera Îran, Rûsiye û Çînê de û got: Welatên Pakistan, Brazîl, Uman, Hindistan, Afrîqaya Başûr û hin welatên cîran ên derora Deryaya Xezerê jî wek çavdêr hatine vexwendin. 

Deryadar Îranî peyama sereke ya lidarxistina meşqa hevpar li navçê, şiyana dabînkirina ewlehiya navçê da zanîn û teqez kir ku peyama sereke ya meşqên hevpar li navçê ev e ku îro jibo dabînkirina ewlehî û êminiya gemîvaniyê pêwîstî bi hebûna welatê sêyem nîne û welatên navçê dikarin bi hevkariya hev ewlehiyê dabîn bikin.

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa  Îranê her wiha bal kişand ser lidarxistin û vekirina pêşangehek ji şiyanên vê hêzê û diyar kir ku ev pêşangeh îro şemiyê li Tehranê di warên curbicur ên çêkirina pirtiyên curbicur, şiyana beşên nerm, gemiyên serê avê û binê avê yên bê rêwiyan dê xebata xwe destpê bike û beşên mûşekî, ejderû şerê elektronîkî dê li pêşangeha Bendarebbasê were pêşandan.

Serepeyv