Mijdar 16, 2023 11:36 Asia/Tehran
  • Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê: Ava Giran a Îranê di rêza yekem a cîhanê da ye

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Îran di warê Ava Giran da di rêza yekem a cîhanê da ye.

Bêhrûz Kemalvendî Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê roja Çarşemiyê bi gotina vêya ku dijminên Komara Îslamî bi şêwazên cûrbecûr û di şerekî hevdudanî û naskirinî da li dû wê yekê ne ku pergala Komara Îslamî ya Îranê nekêrhatî nîşan bidin, got: Bi hewldana xortên jêhatî yên îranî, Îran di warê Ava Giran da li rêza yekem a cîhanê ye.

Kemalvendî got: Îranê di warê radyodermanan da pêngavên herî pêşî li cîhanê rakirine û di vî warî da hewldan tenê di warê zengînkirina Ûranyûmê da nîne.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di dewamê da tevî amajeya bi êrîşên Rejîma Siyonîst ser xelkê bêberevan li Xezeyê got: Îro rojê nîqab ji rûyê siyonîst û piştevanên wan hatiye rakirin û dinya cinayet û jenosayda derheq xelkê Xezeyê dibîne.

Serepeyv