Mijdar 03, 2023 10:35 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya Emîr Ebdullahiyan û Heniye derbarê dawîn alûgurên li Xezzeyê

Wezîrê karên derve yê Îranê û serokê baroya siyasî ya Hemasê bi riya têlefonê derbarê dawîn alûgurên Xezzeyê gotûbêj kirin.

 

 Emîr Ebdullahiyan li ser rûpela xwe ya şexsî li tora civakî nivîsî: Îşev di pêwendiyeke telefonî  bi birêz Şêx Îsmaîl Heniye, berpirsê baroya siyasî ya Hemasê re, me derbarê dawîn alûgurên Xezzeyê gotûbêj kir.

Hêjayî gotinê ye Emîr Ebdullahiyan û Îsmaîl Heniye  vê sêşemiyê bo cara dudyê di dereqa yek meha buhurî de li Qeterê hevdîtin û gotûbêj kirbûn.

Di halkeî de  ku cinayetên berfireh û berdewam ên Rejîma Siyonîst li dijî gelê mezlûm û bê berevan ên Filistînê li Zîvala Xezzeyê derbasî 28`emîn roja xwe bûye, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên 28 rojên destdirêjiya Rejîma Siyonîst  ser zîvala Xezzeyê   gihêştiye zêde ji 9100  kesî. 

 

Serepeyv