Cotmeh 09, 2023 16:00 Asia/Tehran
  • Duyemîn hêzgeha navokî ya Îranê dê heta 5 salên dahatû were vekirin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê derbarê destpêkirina xebata duyemîn hêzgeha navokî ya vî welatî di 5 salên dahatû de agahî da.

 

Muhemed Îslamî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, piştî seredana betonkirina beşek ji reaktora duyemîn hêzgeha navokî ya Buşehrê got:

Piştgiriya dewletê û teqeziyên Serokê Komara Islamî ya Îranê ser cîbicîkirina tivdîra rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, bûn sedem astengiyên  ser riya avakirina van du hêzgehên atomê li Bûşehrê bên rakirin û kar lezgîntir cih were.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê hêvî kir duyemîn hêzgeha atomê ya vî welatî li Bûşehrê li gor bernameyê di dereqa 5 salên bê de bi dawî bibe û dest bi xebatê bike.

Îslamî her wiha bal kişande ser berhemanîna  karebayê ji yekîneya yekem a  hêzgeha atomê ya Buşehrê û got ku jixwe hêzgehên atomê navenda berhemanîna  cereyana mayînde ne  û berovajî hêzgehên din ên ku  di şert û mercên hewayê yên cuda de rewşa xwe diguherînin, hêz û şiyana wan kêm nabe.

 

منبع خبر

Serepeyv