Cotmeh 07, 2023 16:43 Asia/Tehran
  • Kenanî: Bahoza El-Eqsayê baweriya bilind a berxwedanê li pêkanîna operasyonên hevpar nîşan da

Hêzên berxwedêr ên Filistînê roja şemiyê di çarçoveya operasyona Bahoza El-Eqsayê de Erdên Dagirbûyî ji wanTel Avîv, Eşdodê dan ber êrişan.

 

Hevgavê êrişên mûşekî yên hêzên berxwedanê ser navçên dagirbûyî, çekdarên Hemasê derbasî nav siyonîstên derdora zîvala Gezeyê bûn û hin eskerên siyonîst dîl girtin û hinek navçe xistin bin kontrola xwe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî Çafî operasyona bahoza Eqsayê li gelê Filistînê û hemû kom û tevgerên berxwedanê pîroz kir û diyar kir. Tişta ku îro qewimî bi berdewamiya serkeftinên tevgera berxwedanê ya dijî Siyonîst li navçeyên cuda ye, ji wan li Sûriye, Lubnan û Erdên Dagirbûyî de.

 

Kananî Çafî bal kişand ser kiryara tevgera berxwedanê ya sê deh salên dawî û wiha got: Berxwedana Lubnanê di sala 2000an da bi berxwedana xwe ya li dijî siyonîstan ew mecbûr kirin ku ji meqerên xwe paşde vekişin û bi vê berxwedana xwe nîşan da ku bêişkestnîşandana artêşa Siyonîst îdiayek vala ye û hêzên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li hember hêzên berxwedanê işkestê dixwen.

 

 

 

Serepeyv