Îlon 29, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • Sertîp Hêyderî: Çek û sîlehên îstixbaratî amûrek ji bo parastina jîrane ya sînorên welat in

Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Faktora herî giring a hêza bejayî ya artêşê, parastian jîrane a sînoran û berhemanîna ewlehiya mayînde ye.

Emîr sertîp Kiyomers Hêyderî, fermandê hêza bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bal kişande ser xwecihîkirina çekên nûjen ên îtileatî yên artêşa Îranê  û got: Hemû çekên ku îro ji bo yekîneyên îtileatê yên bejayî  tên terxankirin, tam xwecihî ne û berhema pêşesaziyên Wezareta Berevaniyê ya hêzên çekdar û şîrrketên zanistî yên îranî ne ku bi cîhada bêminetî û bi hevkariya  xebatkarên pispor û jêhatî yên Îslamê hatine dîzaynkirin û berhemanîn. 

Fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa  Komara Îslamî ya Îranê derbarê zêdekirina çekên nû bo yekîneyên îtileatî  yên hêza bejayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê got:

Ev çek û sîlehan gefek  li dijî  tu welatekî nînin û tenê bi mebesta parastina jîrane ya  sînorên welat û pêkanîna  ewlehya mayînde ne. 

Merasima zêdekirina alavên nû yên îstixbaratê yên Hêza Bejahî ya Artêşê bi beşdariya  Emîr serleşker Husêyn Hesen Seidî, cîgirê qirargeha navendî ya Hezretê Xatem (s)  û hejmarek ji  fermande û berpirsên artêşê û erkantiya  giştî ya  Hêêzn çekdar bi mêhweriyeta  îtileata Hêza Bejayî ya Artêşê li navenda vê hêzê  hat lidarxistin. 

 

Serepeyv